Skip to main content

An: Ji bo Serokkomar Ignazio Cassis, ji Serokê Daîreya Karên Derve ya Swissre yê re û ji bo tevahiya Encûmena Federalên ya Senato ye

Em daxwaza mueyîdekirina Tirkiyeya Erdoğan dikin

Deutsch: https://act.campax.org/p/sanktionen-erdogans-kriege
Français: https://act.campax.org/p/sanctions-guerre-d-erdogan
Italiano: https://act.campax.org/p/sanzioni-guerre-erdogan

Îmzakerên vê daxwaznameyê bang li Konseya Federal û bi taybetî li Serokkomarê Federal û Wezîrê Karên Derve yê Swîssreyê Ignazio Cassis dikin ku şerên Erdogan ên li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê dide meşandin, şermezar bike. Divê berdelên şerxwaziyê hebin. Piştî hin dudiliyan, Swîsreyê bi mueyîdeyan/cezayan bersiv da Pûtîn û Rûsyayê. Ji ber vê yekê divê Swîssre li dijî desthilatdar Erdogan û elîta wî biryarê mueyîdeyan/cezayan bide.

Warum ist das wichtig?

Tevahiya cîhanê li Ukraynayê temaşe dike, lê di bin siya dagirkirina Rûsyayê de, pevçûnên din ku hene jî di vê demê de zêde dibin: Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û li Bakurê Iraqê tirsa ku dewleta Tirk yê wan hereman dagir bike, zêde dibe.(1)
Weke ku rojnameya NZZ roja yekşemê ragihand, artêşa Tirkiyê roja 20ê Tîrmehê 8 geştyar li bajarekî Kurdan li bakurê Iraqê kuştin. Di meha Hezîranê de Tirkiyê bi dronekê êrişî bajarokê biçûk ê Sinûnê kiribû û di encamê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest dabû. Ev tenê hin ji erişên dawî yên artêşa Tirkiyê li derveyî axa Tirkiyê ne.
Enqere van êrîşan rewa dike û dibêje ku Tirkiye li welatên cîran operasyona li hemberî terorîstan dike. Dema Putin şerê xwe da destpêkirin, şerê xwe wekî "operasyonek leşkerî ya erişa Naziyên Azov li Ukraynayê" rewa dikir, ew jî wisa xuya dike. Em bi bawer dikin ku armanc rêgezan rewa nake. Bi taybetî jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mirina kesên başdarî şer nabûne, rewa nake. Swîssre pir dudilî bû ku beşdarî cezayên Yekîtiya Ewropî yên li dijî Rûsyayê Pûtîn di şerê Ukraynayê de bibe.
Wê demê ev nêzîkatî hatibû rexnekirin. Niha hiqûqa navneteweyî dîsa tê binpêkirin û şansê Swissreyê heye ku di siyaseta cezayan/ mueyîdeyan de rolek pêşeng bilîze. Ji ber vê yekê jî divê bi awayekî tund tevbigerin û divê rixme endamtiya NATO’yê Tirkiyeya Erdogan bê ceza kirin.

Şer niha li Bakurê Iraqê diqewime û kes lê nanere û li ser ranagihine. Di Nuçe û rahigihandinê de qet nuçe li ser wê mijara dernakeve – mirov nizane gelo ji ber ketina havînê an jî ji ber ku ew dîsa li Rojhilata Navîn diqewime, dernakeve pêş. Ya girîng ew e ku em peyamê belav bikin.
Ji ber ku êş, êş e, û kuştin jî kuştinê dervayî mirov ferqa netewe bike.
Divê şer bê mehkûmkirin û şermezarkirin. Şer û despotên wan şeran nayen qebulkirin û tehemulkirin.
Herwiha di pêşnûmeya xwe de parlamenter Fabian Molina di 6 Haziranê 2022an de wisa dipirse 'Binpêkirina qedexekirina şîdetê li gorî peymana Netewe Yekbûyi: Ferqa Putin û Erdogan çi ye?' Li ser vê pirsa konseya federal bersiva ku; Swissre bi Tirkiyê re di têkiliyê de ye û "li gel hemû tiştan bang li Tirkiyê dike ku bi erkên xwe yên li gorî qanûnên navneteweyî, bi taybetî di warê mafên mirovan û azadiyên bingehîn de tevbigere. "(3) Daxwaz hema hema sînist xuya dike, ji ber ku dema ku otokratên tên cezakirin, li vir di asta teşqele de dibe ku xeletiyek hatibe kirin.
Li Tirkiyeyê bi awayekî rejima otokratîk li girtiyên siyasî eşkence tê kirin, li ser kêmnetew û jinan zext zêde bûne.Ji bo balkişandinê li ser xema Erdogan ya ji bo mafên mirovan, Tirkiyeya Erdogan di 1ê Tîrmeha îsal de ji Peymana Stenbolê xwe vekişand (!) (4). Ma ev e ku weke hevalbendeke girîng a muzakereyê ya Swîsreyê xuya dike?

Ji ber vê yekê em bang li Wezîrê Karên Derve Cassis dikin da ku gavan bavêje û şerên Erdogan dide meşandin şermezar bike û ceza/ mueyîdeya bide wî û hevkarên wî.
Ev yek bi taybetî di nav xwe de qedexeyên li ser sefer, îthalat û îxraç, cezayên di sektora darayî û mueyîdeyên/cezayên di bazirganiya bi banka navendî ya Tirkiyê re dihewîne.
Herwiha divê pere anjî fonên kesên nêzî Erdogan jî bên astengkirin. Ji bilî vê jî, divê were piştrast kirin ku di vê pevçûnê de yek çekek Swîsre jî neyê bikar anîn

https://vimeo.com/749559459

Çavkanî:
(1) https://www.stern.de/politik/ausland/kurden-fuerchten-sich-vor-einer-tuerkischen-invasion-im-nordosten-syriens-32529724.html
(2) https://www.nzz.ch/international/nordirak-tuerkische-angriffe-gegen-die-pkk-fordern-zivile-opfer-ld.1694646
(3) https://www.parlament.ch/de/ratsbetrieb/suche-curia-vista/geschaeft?AffairId=20227440
(4) https://www.icj.org/turkeys-withdrawal-from-istanbul-convention-a-setback-for-women-and-girls-human-rights/

Links

Neuigkeiten

2022-09-16 09:10:10 +0200

50 Unterschriften erreicht

2022-09-14 21:07:43 +0200

25 Unterschriften erreicht

2022-09-14 19:13:01 +0200

10 Unterschriften erreicht